Konsolosxaneya DYA ya li Hewlêrê û baregeha Selam a Ebû Debî hat bombebarankirin

Îran Konsolosxaneya (DYA) ya li Hewlêrê û baregeha Selam a li bajarê Ebû Debî ya Mirîtiyên Ereb ên Yekbûyî bi dronan bombebaran kir.

Hate ragihandin ku komên çekdar yên ser bi rejîma Îranê ve ku weke ‘Parêzvanên Îslamî’ xwe bin av dikin berpirsyariya êrişê jî girtin ser xwe.

BAREGEHA SELAMÊ BI 2 DRONAN BOMBEBARAN KIR

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Mirîtiyên Ereb ên Yekbûyî ragihand ku Îranê baregaha Selam ê li Ebû Debî bombebaran kiriye û şewat derketiye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got, “2 dornên aîdê Îranê depoyekî li baregeha Selam a li Abu Dabiyê bi 2 dronan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 konteynir şewitî û bi destwerdanê vemirî.”

Wezaretê diyar kir ku êrîş binpêkirina hiqûqû ya navneteweyî û serweriya neteweyî ye û bilêv kir ku xwedî mafê bersivdayînê ye.